![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/5b/Harry_Potter_Book_and_Wand.jpg/640px-Harry_Potter_Book_and_Wand.jpg&w=640&q=50)
Harry Potter
Rêzeroman / From Wikipedia, the free encyclopedia
Harry Potter rêzeromaneke fantazî ye ku ji hêla nivîskara brîtanî J. K. Rowling ve hatiye nivîsandin. Roman jiyana ciwanê sêrbaz ê bi navê Harry Potter û hevalên wî Hermione Granger û Ron Weasley wekî kronîkî vedibêje ku hemû li Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê xwendekar in. Çîroka sereke bi tekoşîna Harryyî re têkildar e ku wî li ber Lord Voldemortê sêrbazê tariyê radibe ku dixwaze nemiriyê bi dest bixe, desthilatdariya sêrbaziyê ku wekî Wezareta Sêrbaziyê tê binavkirin, hilweşîne û hemû sêrbaz û Mugglean (mirovên ne-sêrbaz) li bin hêza xwe stûxwar bike.
Harry Potter
| |
---|---|
![]() | |
![]() Logoya Harry Potter | |
Welat | ![]() |
Ziman | Inglîziya brîtanî û inglîzî ![]() |
Dema weşandinê | 1997 ![]() |
Nivîskar | J.K. Rowling |
Bergçêker | |
Wêneçêker | |
Weşanxane | Bloomsbury |
Cihê weşandinê | Keyaniya Yekbûyî ![]() |
Şêwe | Roman |
Mijara sereke | Hevaltî, wêrekî, adolesanî, kişfa ez, mirin û sêrbazî di Harry Potter de ![]() |
Motîv | |
Karekterên wê | |
Dewra çîrokê | |
Cihê çîrokê | |
Gerdûna honakî | |
Jê çêbûyî | |
Pêk tê ji |
|
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Di 26ê hezîrana 1997an de ji weşandina romana yekem Harry Potter and the Philosopher's Stone vir ve, rêzeroman li seranserê cîhanê popûlerbûneke berbiçav pêk anî û pesnê rexnegir û serkeftineke bazirganî bi dest xist. Rêzepirtûk him bala xwendevanên mezin û him jî ya xwendevanên biçûk kişand ser xwe û êdî yek ji kevirên kevneşopî yên wêjeya mezinên ciwan tê hesibandin.[1] Heta sibata 2018an, ji zêdetirî 500 mîlyon kopiya rêzeroman li çar aliyê cîhanê hatine firotin û ketiye nav lîsteya pirtûkên ku di dîrokê de herî pir hatine firotin û li heştê zimanan hatine wergerandin.[2] Çar pirtûkên dawî yên rêzeromanê li DYAyê di nav bîst û çar demjimêran a çapkirina xwe de nêzî yanzdeh mîlyon kopî firotin ku bi vê taybetiyê bûye yekemîn a lîsteya pîrtûkên ku zûtirîn hatine firotin.
Pirtûk di destpêkê de bi zimanê îngilîzî ji hêla du weşanxaneyên mezin ve hat weşandin, Bloomsbury li Keyaniya Yekbûyî û Scholastic Press li Dewletên Yekbûyî. Şanoya Harry Potter and the Cursed Child, li ser bingeha çîrokek e ku ji hêla Rowling ve hatibû nivîsandin, li Londonê di 30yê tîrmeha 2016an de li Palace Theaterê hat pêşandan, berhem ji hêla Little, Brown ve hatiye çapkirin. Fîlmên heft pirtûkên xwemalî di nav heşt beşan de bi heman navê ji hêla Warner Bros. Pictures ve hatin çêkirin, ku heta sibata 2018an bûye sêyem rêzefîlma ku herî zêde dahatê bi dest xistiye. Di sala 2016an de nirxa giştî ya takemafa Harry Potter wekî $25 mîlyar hatiye texmînkirin[3] ku bi vê jî Harry Potter dibe yek ji takemafên medyayê yên herî bilindtirîn ên hemû deman.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/0/04/Harry_Potter_wordmark_%28British%29.svg/320px-Harry_Potter_wordmark_%28British%29.svg.png)
Rêzeroman ji gelek cureyan pêk hatiye, di cîhana Harry Potter de fantazî, drama, mezinbûn û çîroka xwendingehê ya brîtanî (ku tê de hêmanên sêrbazî, rakêşanî, serpêhatî, tirsnakî jî) hene, gelek mijaran hatine nexşandin û gelek referans û wateyên çandî jî dihewîne.[5] Li gorî Rowling, temaya sereke mijara mirinê ye.[6] Mijarên din ên girîng ên rêzeromanê pêşdarazî, gendelî û dînîtî ne.[7]
Serkeftina pirtûk û fîlman destûr daye nivîskarê ku cîhana Harry Potter bi gelek xebatên din ên alîgir re berfireh bike û bi vê derfetê ve J. K. Rowling bi riya malpera Pottermoreê ji bo geşedana cîhanê çîrokên alîgir diweşîne û wan rojane dike ku di nav wan de ya herî navdar Fantastic Beasts and Where to Find Them e. Di van demên dawî de, li seranserê cîhanê li çend Universal Parks & Resortsê bi navê Wizading World of Harry Potter parkên temadar hatine çêkirin ji bo gerr û geştên turîstîk.