London
From Wikipedia, the free encyclopedia
London, paytext û bajarê herî mezin ê Înglistan û Keyaniya Yekbûyî ye ku nifûsa bajêr ji 9 milyonê zêdetir e. Bajarê Londonê li ser Çemê Thamesê li başûrê rojhilatê Înglistanê, 80 kîlomêtre berbi Deryaya Bakur ve radiweste û ji du hezar salan ve wargeheke sereke ye. Bajêr bingeh û navenda darayî ya kevnar e ku ji aliyê romayiyan ve bi navê Londinium hatiye damezrandin. Ji sedsala 19an vir ve navê "London" di heman demê de behsa metropola li dora vê bingehê jî dike ku bi awayekî dîrokî di navbera wîlayetên Middlesex, Essex, Surrey, Kent û Hertfordshire de hatiye dabeş kirin û bi giranî ji Londona Mezin pêk tên. Ev beşên wîlayetan ji aliyê Desthilata Londonê ya Mezin ve têne birêvebirin. Bajarê Westminster, li rojavayê bajarê Londonê ye ku bi sedsalan e hikûmet û parlamena neteweyî li vî bajarê ye.
London | |
---|---|
| |
London li ser nexşeyê | |
Koordînat: 51°30′26″Bk 0°7′39″Ra | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Împeratoriya Romê, Keyaniya Essexê, Keyaniya Merciayê, Keyaniya Wessexê, Keyaniya Înglistanê, Brîtanyaya Mezin, Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlendayê, Keyaniya Yekbûyî |
Li beşa îdarî |
|
Paytexta |
|
Dema avabûnê | c. 47 |
Îdarî | |
• Şaredar | Sadiq Khan (2016–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1572 km2 (607 sq mi) |
Bilindahî | 15 m (49 ft) |
Nifûs | 8.799.728 (2021) |
Dem | |
Koda telefonê | 20, 1322, 1689, 1708, 1737, 1895, 1923, 1959, 1992 |
Malper | london |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |