Charlie Hebdo
From Wikipedia, the free encyclopedia
Charlie Hebdo kovareke hefteyî ya satirîk a fransî ye,[1] ku karîkatur,[2] gotar, polemîk û henek tê de cih digirin. Belavok wekî dijî nîjadperestî,[3] rexnegir,[4] sekuler, û di nav kevneşopiya radîkalîzma çepgir de hate binavkirin[5][6] û gotarên rexnegir ên pêkenînê li ser rastgiriya tund (bi taybetî Front National, partiya Eniya Neteweyî ya neteweperest a Fransa)[7], dîn (katolîk, îslam û cihûtî), siyaset û çand.
Charlie Hebdo
| |
---|---|
Logoya Charlie Hebdo | |
Welat | |
Dewlet | Fransa |
Ziman | Fransî |
Dema avabûnê | |
Cihê baregehê | |
Cihê weşandinê | Fransa |
Şêwe | Political satire û satirical newspaper |
Xelat | |
Nerîna siyasî | Siyaseta çepgir |
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kovar bûye armanca sê êrîşên terorîstî: di salên 2011, 2015, û 2020 de. Tê pêşbînîkirin ku ew hemû jî wek bersivdana çend karîkaturan bûn, yên ku bi awayekî nakok Muhemmed nîşan didin. Di êrîşa duyemîn de, 12 kes hatin kuştin, di nav wan de rêveberê weşanxaneyê Charb û çend karîkaturîstên din ên navdar.
Charlie Hebdo yekem car di sala 1970an de derket, piştî ku kovara mehane ya Hara-Kiri ji ber tinazê xwe bi mirina serokê berê yê Fransayê Charles de Gaulle hate qedexekirin.[8] Di sala 1981an de weşana wê rawestiya, lê kovar di sala 1992an de vejiya. Kovar her roja çarşemê, bi weşanên taybet bi awayekî bêplan têne weşandin.
Gérard Biard sernivîskarê niha yê Charlie Hebdo ye.[12] Edîtorên berê François Cavanna (1970–1981) û Philippe Val (1992–2009) bûn.