Zagreb
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zagreb (bi kroatî: Zagreb), paytext û bajarê herî mezin ê Kroatya ye ku bajêr li bakurê rojavayê welat, li kêleka Çemê Savayê û li qûntarên başûrê Çiyayê Medvednîkayê hatiye avakirin.[1] Bajêr li nêzîkî sinorê navneteweyî yê di navbera Kroatya û Slovenya de bi bilindahiyek bi qasî 122 mêtre ku ji asta deryayê bilind e radiweste.[2] Li gorî daneyên sala 2021an nifûsa giştî ya Zagrebê bi qasî 767.131 kes e ku nifûsa bajêr sêyeka nifûsa giştî ya Kroatyayê (1.071.150) pêk tîne.[3]
Zagreb | |
---|---|
| |
Zagreb li ser nexşeyê | |
Koordînat: 45°48′47″Bk 15°58′38″Rh | |
Dewlet | Kroatya, Keyaniya Yûgoslavyayê, Komara Yûgoslavyayê ya Sosyalîst a Federal, Independent State of Croatia, Habsburg monarchy, Kingdom of Croatia-Slavonia, State of Slovenes, Croats and Serbs |
Paytexta | |
Dema avabûnê | 1094 |
Merkeza îdarî | |
Îdarî | |
• Şaredar | Tomislav Tomašević (2021–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 641.2 km2 (2476 sq mi) |
Bilindahî | 158 m (518 ft) |
Nifûs | 767.131 (2021) |
Dem |
|
Koda telefonê | 01 |
Plakaya erebeyê | ZG |
Malper | zagreb |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Zagreb bajarekî xwedan dîrokek dewlemend e ku ji serdema Romayê vedigere. Cihê herî kevnar ê bajêr li derdora bajêr Andautonia Roman bû ku li Šçitarjevo ya îro ye.[4] Tomara dîrokî ya navê "Zagreb" ji sala 1134an dest pê dike ku li gorî bingeha rûniştina li Kaptolê di sala 1094an de ye. Bajêr di sala 1242an de dibe bajarek padîşahiya serbixwe.[5] Di sala 1851an de Janko Kamauf bûye yekem şaredarê Zagrebê.[6]
Zagreb wek parçeyek îdarî ya kroatî ye ku bajêr xwedî statuyek taybet e. Bajêr ji bajar-parêzgehek yekgirtî pêk tê (lê ji wîlayeta Zagreb veqetandî ye) û ji aliyê îdarî ve bajêr li 17 navçeyên hatiye dabeş kirin.[7] Piraniya navçeyên bajêr li ser bilindahiyek nizm ê li geliyê Çemê Savayê ne lê navçeyên bajêr ên bakur û bakurê rojhilat, wekê navçeyên Podsljeme û Sesvete li qûntara Çiyayê Medvednîkayê ne. Awayiya erdnîgariya bajêr pir cihêreng dike. Bajêr 30 kîlomêtre ber bi aliyên rojhilat-rojava ve û nêzîkî 20 kîlomêtre ber bi aliyên bakur-başûr ve berfireh dibe.[8]
Zagreb ji hêla Tora Lêkolînê ya Gerdûnîbûnê û Bajarên Cîhanê ve, bi rêjeya 'Betayê - wekî bajarek cîhanî di rêzê de cih digire.[9]
Zagreb navenda hikûmeta navendî ye ku saziyên îdarî û hemî wezaretên hikûmetê li bajêr in.[10][11][12] Hemî pargîdaniyên herî mezin, medya û saziyên zanistî yên krowatî navendên wan li bajêr hene. Zagreb li Kroatya navenda veguhastinê ya herî girîng e ku li bajêr Ewropaya Navîn, Deryaya Navîn û başûrê rojhilatê Ewropayê digihêjin hev û bi vê awayê Zagreb bûye navenda torên hesinê û veguhastina hewayî ya Kroatyayê.