Petra
Bajarê dîrokî li Urdunê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Petra (bi yewnaniya kevn: Πέτρα "kevir"; bi erebî: ٱلْبَتْرَاء, lat. al-Batrāʾ) bajarokekî dîrokî yê dêris (xerabe) li Urdunê ye. Bajarokê antîk ji şarezayiya Nebatiyan e û beriya ku têkeve destê Romayiyan demekê dîrêj ji wê re paytextî kiriye.
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên soranî, fransî û erebî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Petra | |
---|---|
Petra li ser nexşeyê | |
Koordînat: 30°19′44″Bk 35°26′25″Rh | |
Dewlet | Urdun |
Li beşa îdarî | |
Paytexta | |
Dema avabûnê | 800 b.z. |
Bilindahî | 800 m (2600 ft) |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Tê de gelek avahiyên wekî şikefta hatine kolan hene. Bajarok di sala 1812an de ji aliyê gerevanê swîsreyî Johann Ludwig Burckhardt (de; en) ve hatiye vedîtin. Tê texmînkirin ku bi belavbûna ola mesîhî li seranser herêmê, bingeha aboriya berê hate hilweşandin û Petrayê jî êdî girîngiya xwe windakir. Ji ber sedemên aborî, bajar tê terkandin û heya vedîtinê tê jibîrkirin.
Li bajarokê di dema Romayiyan de jî gelek şaheser hatine çêkirin. Şanoya wê gelek balkêş e û ji seranser cîhanê tûrîstan dikişîne. Sala 1985an de ketiye bin parastina UNESCO û di sala 2007an de jî ketiye lîsteya heft bêhempayên nû yên cîhanê.