Metroya Londonê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Metroya Londonê, (bi inglîzî: London Underground) pergalek veguhestina gelemperî ya trênê ye ku veguhastina navbera paytexta Keyaniya Yekbûyî, London û bajarên derdorê Essex, Hertfordshire û Buckinghamshire pêk tîne. Metroya Londonê di sala 1863an de hat bikaranîn û wekî pergala herî kevn a veguhestina binê erdê ya cîhanê tê zanîn. Metroya Londonê, di cîhanê de bûye xeta yekem ku trênên elektrîkê bikar aniye. Xetên yekem ên Metroya Londonê ji aliyê pargîdaniyên cûda yên taybet ve hatin vekirin. Ji xeynî xetên trenê yên sereke, Metroya Londonê di sala 1933an de wekî beşek veguhestina gelemperî dest bi xebatê kiriye.
Di pergalê de bi giştî 270 rawestgeh hene. Tevahî dirêjahiya xetan 400 kîlomêtre ye. Di sala 2007an de, hêjmara rêwîyên metroyê salane 1 mîlyar kes zêde bû. Bi vî rengî, Metroya Londonê piştî metroya Parîs û metroya Moskowê bû sêyemîn metroya herî qerebalix li Ewropayê.