Mele Mehmûdê Bazîdî
Dîroknasê kurd / From Wikipedia, the free encyclopedia
Mele Mehmûdê Bazîdî (jdb. 1797 Bazîd - m. 1863 Erzîrom) Kurdnas û nivîskarê kurd e ku damezrînerê paxşana kurdî ye.[1] Bazîdî di sedsala 19an de Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bi şeklê pexşanî nivîsiye ku berhema wî yêkemîn çîroka nûjen tê hesibandin.[2] Herwiha Mele Mehmûdê Bazîdî di nav nivîskarên kurdan de piraliya xwe ve balê dikişîne.
Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin. |
Mele Mehmûdê Bazîdî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1797 |
Mirin | 1863 (66 Salî) Erzîrom |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Kurdistan |
Pîşe | Kurdolog, Wêjevan, Dîroknas, Dîplomat, Civaknas, Zimannas, Çîroknivîs, Werger |
Serdem | Sedsala 19'an |
Bandorbar | Şerefxanê Bedlîsî, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Eliyê Teremaxî û Mele Xelîlê Sêrtî |
Bandorker | Qanatê Kurdo |
Dîn | Îslam |
biguhêre |
Bazîdî li Kurdistanê alimek meşhûr bû û qedra wî li nav civakê zêde bû. Ew di jiyana xwe de zehmetiyên şer, aborî, siyasî derbas kiriye. Gelek xalên jiyana wî ne diyar in. Di sala 1855an de şerê li navbera Osmanî-Ûris dest pê dike ji bo vî Bazîdî koçî Erziromê kiriye. Li wir konsolosê ûris Alexandre Jaba (1893-1894) nas kiriye û derheqe kurdolojiye bi hev re xebitîn. Dawiya vê xebatê gelek berhem peyda bûne. Ev berhemên henê wek Koleksiyona Aleksander Jaba tên nasîn. Jabayî ev berhem şandine zanîngeha Petersburgê. Li wir gav bi gav ev berhem hatine weşandin.
Mele Bazîdî yekem rewşenbîr û zanayê kurd e ku di sedsala 19an de, di hemû danûstandin û xebatên xwe de tenê zimanê kurdî bi kar aniye. Her wekî tê zanîn ku bi taybetî di sedsala 19an de farisî û erebî di nav zana û rewşenbîrên kurd de gelek di rewacê de bûne. Nêzikî temamê zana û rewşenbîrên kurd di karên xwe yên nivîsandinê de ev her du ziman bi kar anîne. Lê belê Mele Mehmûdê Bazidî bi eksê vê hereket kiriye. Ew kitêbên ji aliyê wî ve hatine nivîsandin bi kurdî ne.[3]
Bazîdî yekem pexşannûs û çîroknûsê kurd, yekem wergêrê kurd, yekem civaknasê kurd, yekem dîroknasê kurd ku berhema xwe bi kurdî nivîsîye bû.[çavkanî hewce ye]
Hin berhemên muhîm yên Bazîdî ev in; Tewarîxî cedîdî Kurdistan, Adat û Rusûmetnameê Ekradiye, Cami'eyê Risaleyan û Hikayetan, û Mem û Zîn A Mele Mehmûdê Bazîdî.