John Stuart Mill
From Wikipedia, the free encyclopedia
John Stuart Mill (jdb. 20'ê gulana 1806 li Pentonville, London − m. 8'ê gulana 1873 li Avignon, Fransa), fîlozofeki ku bi eslê xwe îngilîzî bû. Lêkolînên wî li ser bandora aboriyê li hizirkirinê bûn. Bi taybetî, li ser civaknasa lîberal lêkola. Hizrên wê, ji aliyê ramyarî û rewistê (exlaqê) ve kartêkirina wan bû. Navê bavê wî James Mill bû.
Felsefeya wî, wek beşa di xate empîrîzmê de bûya. Bi taybetî, di xate David Hume de bûye. Bandora hizrên "ûtîlîtarîzmê" ku ji Jeremy Bentham jî li ser wî bûye. Ku bi nêzîkatiya olî, li civakê û aboriya taybet lêkola. Pirtûka wî ya bi navê "The Principles of Political Economy" (1848) de, weke pirtûka wî ya ku xwediyê nêzîkatiya wî ya bingihîn bû di wan waran de. Ev hizrên wî û bi taybetî ev pirtûka wî bixwe jî, weke pirtûka dibistanê ya ji fahmkirinê jî hatiye nasîn.
Li ser azadî û rewşa jinan jî sekiniye. Bi taybetî, hizrên wî yên ku hatina ser ziman, temenê lîberalîzmê afirandina. Hin hizrên wî yên ku bi navê "tevgerên mirovan" re jî hatina nasîn.