Gondwana
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gondwana yan jî Gondwanaland, perçeyek bejahî ya mezin bû ku gelek caran wekî superparzemîn hatiye binavkirin ku di dema Neoproterozoîka dereng de (nêzîkî 550 milyon sal berê) kom bûye û di serdema Jurasî de (nêzîkî 180 milyon sal berê) dest bi perçebûnê kiriye. Qonaxên dawîn ên perçebûnê bi veqetandina Antarktîkayê ji Amerîkaya Başûr (bi avakirina Deryaya Drake) û Awistiralya yê di Dema Paleogene de qewimiye. Gondwana ji ber ku axa Baltîka, Laurentia û Sîbîryayê jê veqetiyane, ji hêla pênaseyên dawî ve wekî superparzemînek nayê hesabkirin.[1] Ji bo cudakirina Gondwana ji herêma Hindî ya bi heman navî gelek caran Gondwana wekî Gondwanaland jî tê binavkirin.[2]
Parzemîna Gondwanayê ji berhevkirinaîên çend kratonan pêk hatiye. Bi van kratonan di dawiyê de Gondwana dine mezintirîn perçeyek parzemînî ya Serdema Palaeozoicê ku qadeke bi qasî 100.000.000 km² erd vegirtiye. Di Serdema Karbonîferê de, Gondwana bi Ewroamerîkayê (Laurasia) re dibe yek perçe û superparzemîna mezin a bi navê Pangaeayê tê avakirin. Gondwana (û Pangaea) gav bi gav di serdema Mezozoî de dest bi perçebûnan dike. Bermahiyên Gondwana dora du-sê parzemîna îro pêk tîne ku di nav wan de Amerîkaya Başûr, Afrîka, Antarktîka, Awistralya Zeland, Erebistan û Parzemîna Hindî heye.