Glamorgan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Glamorgan (bi walesî: Morgannwg an Sir Forgannwg; an bi inglîzî: Glamorganshire) wîlayetek Walesê ye. Berê wîlayetek îdarî bû. Paytexta wê paytexta Walesê e: Cardiff.
Glamorgan
Morgannwg | |
---|---|
Koordînat: 51°40′0″Bk 3°40′0″Ra | |
Welat | Wales |
Dewlet | Keyaniya Yekbûyî |
Li beşa îdarî | |
Merkeza îdarî | |
Nifûs | 1.321.256 (2011) |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Glamorgan beşek ji keyaniya Glywysing (en) bû. Di dema Morgan Henê de, di dema sedsala 10-an de, Glamorgan wekî bi walesî: Gwlad Morgan hate nas kirin. Welat di serdema Normanî de bû "Lordship of Glamorgan (en)". Glamorgan di 1536 de bû wîlayet (bi inglîzî: county an shire).[1]
Glamorgan gelek kanên komirê bûn. Li geliyên Glamorgan gelek gundên madenê hene, lê komkirina komirê êdî bidawî bûye. Pîşesaziyên pola û hesin di Glamorgan de di sedsalên 18 û 19 de, nemaze li Merthyr Tydfil (en) û Margam (en), pêşve çûn. Piraniya pîşesaziya nûjen nêzîkê otobana M4 (M4 motorway (en)) û nêzîkê Cardiff e. Cardiff bi orjînal bendergeh bû û bû paytexta Walesê û hem jî Glamorganê.[1]