GPS
From Wikipedia, the free encyclopedia
Global Positioning System yan jî bi kurtayî GPS, (wateya bi kurdî, pergala diyariya cih ya gerdûnî ye) pergalek radyonavîgasyonê ya li ser satelaytê ye ku xwediyê sîstemê hikûmeta Dewletên Yekbûyî ye û ji aliyê Hêza Fezayê ya Dewletên Yekbûyî ve tê birêvebirin.[1] Pergal yek ji pergalên navîgasyonê yên satelaytên gerdûnî ye ku agahdariya erdnîgarî û demjimêrê ji wergirên GPSê ên li ser û nêzê erdê re peyda dike.[2] Peydakirina agahdariyan bi şertê ku ew bi kêmî ve divê sîstem çar satelaytên GPSê bibîne. Satelayt celebek sînyala radyoyê derdixin û wergirên GPSê yên li ser erdê van sînyalan distînin û şîrove dikin ku hêla xwe diyar bikin.
Jibo bikaranîna GPSê ne hewce ye ku bikarhêner daneyên înternetê bikarbînin. Her çend ev teknolojiyên dikarin kêrhatiya agahdariya cîhgirtina GPSê zêde bikin jî lê sîstem ji resepsiyona têlefonîkî û înternetê serbixwe tevdigere. GPS ji bikarhênerên leşkerî, sivîl û bazirganî yên li çaraliyê cîhanê re kapasîteyên pozîsyona krîtîk peyda dike. Hikûmeta Dewletên Yekbûyî pergalê afirand, pergalê diparêze û kontrol dike û bikaranîna pergalê ji bo her kesê ku xwedan wergirê GPSê ye vekirî berdaye.