Agatha Christie
From Wikipedia, the free encyclopedia
Agatha Christie (jdb. 15ê îlonê 1890 - m. 12ê kanûna paşîn 1976) nivîskara roman, çîrokên kurt û lîstikên sûcê ye. Herwiha bi navê Mary Westmacott romanên evîndariyê jî nivîsandine. Christie di sala 1890î de li bajarokê Torquayê ji dayîk bûye. Ew xwediyê 66 romanên dedektîfiyê û 14 çîrokên kurt e.
Agatha Christie | |
---|---|
Navê rastî | Agatha Mary Clarissa Miller |
Jidayikbûn | 15ê îlona 1890an Torquay, Devon, Îngilistan |
Mirin | 12ê kanûna paşîn a 1976an (85 salî) Wallingford, Oxfordshire, Îngilistan |
Esil | îngilîz |
Bernav | Mary Westmacott (navê nivîsê) |
Pîşe | nivîskar |
Hevjîn | Archibald Christie (1914–1928) Max Mallowan (1930–1976) |
Zarok | Rosalind Hicks (ji Archibald Christie) |
Malper | http://www.agathachristie.com |
biguhêre |
Li gorî Rekorên Cîhanê yên Guinnessê ew romannivîsa pirtûkên wê herî zêde hatine firotin e û pirtûkên wê herî kêm wergerandine 103 zimanan.[1] Pirtûkên wê ji çar milyaran bêhtir hatine firotin. Tê gotin ku pirtûkên wê piştî încîl û William Shakespeare di rêza sêyem de ye ku herî zêde li cîhanê belav bûne.[2][3] Gelek berhemên wê bûne fîlm.
Christie di jiyana xwe de du caran di zewice û bi zilamê xwe re diderkeve gera cîhanê û li welatên Afrîkaya Başûr, Awistralya, Zêlanda Nû û Hawaiiyê digere.[4]
Christie di sala 1976an de li Wallingfordê diçe ser dilovaniya xwe.