Şerê birakujî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Şerê birakujî, an jî Şerê navxweyî yê kurdan, şerên di navbera partî û rêxistinên kurdî yên modern de ne.
Şerê birakujî di Dîroka Kurdistanê de xwedî cihekê girîng e ku netîceyên wê heta niha jî dewam dike. Berî partî û rêxistinên kurdî avabibin, li Kurdistanê bi giştî hêzên mîrektiyên kurd û hêzên eşîrên kurd hebûn. Van hêzên feodal bi dûçûna berjewendiyên xwe li dijî hêzên din çi kurd çi ereb çi tirk çi jî fars şer dikirin. Lê piştî sedsala 20emîn li tevahiya Kurdistanê rêxistin û partiyên kurd hatin damezrandin. Ev rêxistinên modern her çend bi dûçûnên îdeolojiyan hatibin damezrandin jî, li ser esasê kurdbûnê rê û rêbazên xwe kifş dikirin. Bingeha fermîbûna partiyên kurd bi avabûna Komara Kurdistanê pêkhat. Komara Kurdistanê bi rêya PDK-Î hate damezrandin. Hemû kadroyên komarê ji partiyê bûn. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Iraqê, Tirkiyeyê û Suriyeyê livînên kurd çêbûn û gelek rêxistin hatin ava kirin. Piştî çiqdana van tevgeran nerazîbûn li nav partiyan destpê kir, nêrînên cuda cuda derketin, berjewendiyên kesayetî çêbûn, nêrînên herêmî derketin, nêrînên îdeolojîk zêde bûn. Ji ber van sedeman di nav partî û rêxistinên kurd de jî lihevnehatîn çêbûn. Heta ku ev lihevnehatin gihişt şerekî dijwar di navbera miletekê bêdewlet de. Ev agirê di navbera kurdan de bi alîkariya dewletên herêmî jî ve gihişt asteke gelek dijwar û xerabker.