Şer
şer û pêkdan di navbera dewletan de / From Wikipedia, the free encyclopedia
Şer têkoşînek e ku di navbera du welatan an jî di navbera komek û welatekî de diqewime. Pirranî bi çekan te kirin. Şer piranî ji bo armancên ol, netew, ramyarî û aborî diqewime. Hinek caran jî bê çekan bi avayê psîkolojîkî tê kirin.
Bi teybetî ku mirov li ser dîrok û koka gotina "şer" ya di kurdî de bisekinê û ji wê bêne ziman, mirov, karê bibêje ku ev gotin bi serê xwe pirr kevn a. Gotina şer ya di kurdî de, hê di dema Sumerîyan de dihat bikar hanîn. Di dema Sumerîyan de, Welatê Urûk, ku Îştar lê bi parastgah bû, kurê Îştar "Şara" weke xwûdayê şer hatîya dîtin. Gotina şer ji wê gotina navê kurê Îştar afirîya û heta roja me hatîya. Li ser gotina şara hizirkirin, wê hin bi hin têgihiştinekê di derbarê şer de jî bide çêkirin. Piştre, di demên piştre de, gotina "şara" weke gotina "şer" hatîya ziman û maya. Şer, di kurdî de, yekî ku bi çîrayan bê û an jî bi destdirêjiyê bê ku herê bi ser yekî din de û yê ku çûna bi ser wî de bû ku wî jî bersiv da, hingî, gotina şer wate xwe distêne.
Di şeran da, ji bo demekî şerkirinê berdan agirbest û sekinandina şer jî aştî tê navkirin. Di hin mijarên sereke ku divêt ku mirov navaroka wan fahm bikev ev in: