Xwepêşandan û komkujiya qada Tiananmenê ya 1989an
From Wikipedia, the free encyclopedia
Xwepêşandanên qada Tiananmenê, ku wekî Bûyera Çarê Hezîranê (bi çînî: 六四事件, lat. liùsì shìjiàn) jî tê zanîn,[1][2] xwepêşandanên xwendekaran bûn ku di sala 1989an de li Qada Tiananmen, Pekînê pêk hatin. Ev bûyer bi navê Komkujiya qada Tiananmenê (bi çînî: 六四清场, lat. Liùsì qīngchǎng "Paqijiya Çarê Hezîranê") an jî Komkujiya Çarê Hezîranê (bi çînî: 六四屠杀, lat. liùsì túshā) jî tê zanîn. Di çarçoveya vê bûyerê de leşkerên Artêşa Rizgariya Gel bi tiving û tankan re êrîşî xwepêşanderan û hemû kesên ku hewl didan pêşveçûna artêşê ya ber bi Qada Tiananmenê asteng bikin kirin.
Agahiyên Praktîk Dewlet, Li beşa îdarî ...
Xwepêşandan û komkujiya qada Tiananmenê ya 1989an | |
---|---|
| |
39°54′12″Bk 116°23′30″Rh | |
Dewlet | Çîn |
Li beşa îdarî | |
Çêker |
|
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Hejmara miriyan | |
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bigre