Tuberkuloz
naxweşiyekî koendama henaseyê ye, hokarê eşazirav bakterî ye / From Wikipedia, the free encyclopedia
Tuberkuloz (bi îngilîzî: Tuberculosis, bi kurdî: êşa zirav) nexweşiyeka giran, domdar û mîkrobîk e.
Bakteriya ko di sala 1882'ê da Robert Kochî keşfkiribû Myco bacterium tuberculosis vê nexweşiyê çêdikit. Li Kurdistanê hin caran ji vê nexweşiyê ra "nexweşiya zirav" jî dihêt gotin. Heya destpêka sedsala 20'ê wekî nexweşiyeka bixeter û canstîn bû û heger sawa vê nexweşiyê biketa herêmekê, bi hezaran mirov dikuştin. Ev nexweşî bi vedîtina dermanên antîbiyotîk anko Zîndedij wekî her nexweşiyeka dî ya hewdanî hat çareserkirin. Heta dehsala 80'an li sedsala 20'ê ev nexweşî li Welatên Werarkirî ber bi neman diçû. Lê serhildana nexweşiya Konîşana Nemana Êmnahiyê ya Vegirtî (KNÊV) anko AIDS bû sedema serjinûve belavb,na vç nexweşiyê li wan welatan û li hemî cîhanê. Mixabin ji ber xizaniyê hêşta li Kurdistanê belav e.