Tengava Hurmiz
Avtenga navbeyna Kendava Omanê û Kendava Farisî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Tengava Hurmiz (bi erebî: مضيق هرمز, lat. Medîq Hûrmûz; bi farisî: تنگه هرمز, lat. Tangeh-ye Hormoz) tengaveke di dera herî teng de bi firehîyeke 60 km, di Kendava Farsê de li rojhilata Kendava Omanê de Derya Erebî û Okyanûsa Hîndê digêhîne hev e. Di devê kendavê de Girava Hormuz he ye.
Tengava Hurmiz | |
---|---|
Koordînat: 26°36′Bk 56°30′Rh | |
Dewlet | Îran, Oman, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban |
Li beşa îdarî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di serdema kevnare de tengava hormuz ji bo keştiyan gering bû. Îroj keştî û tankêrên petroleyê Kuweyt, Bahreyn, des Iraq, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Iran bi piranî di di wê re tê kirin. Ji çaran yekê petrol dinê di wê re derbaz dibe.
Heta Sedsala 16'an ji Ewropa re Tengava Hormuz derbaz bûna Hindistanê re rêya deryayiya herî gering bû. Lê ji pê rêwîtiyê Vasco da Gama û vekirina Kanala Suezê wê giringiya xwe wunda kir.
Ji 1971an virde navbera Îran û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî de li ser Ebû Mûsa û girava Tumb, herdu jî ji bo kontrolkirina tengava gelek gerîng in, lihevnehatin he ye.