Sekulerîzm
From Wikipedia, the free encyclopedia
Sekulerîzm pêvajoya ji hev veqetandina dewlet û olê ye û di hiqûqê de wek “prensîba veqetandina dewleta civaka sîvîl û civaka olî” û “bêalîbûna dewletê ya di derbarê mezhebên olî de" tê famkirin.[1] Armanca sekulerîzmê fxurtkirina "saziyên giştî an taybet e, yên ku ji dêr û kesayetiyên dînî serbixwe ne".
Sekulerîzm ji du pêvajoyan çêdibe: Yekem, ji pêvajoya derûnî/şexsî ya ji hev veqetandina ol û dewletê, û ya duyem ji laîkbûnê, pêvajoya konkrêt a cudabûna hêza cîhanî ji saziyên olî. Ev têgîn ji aliyê teolog Friedrich Gogarten (1887-1967) ve hatiye çêkirin ji bo lihevhatina dêrên xiristiyanî bi laîkbûna dewletê. Aliyê olî bi gelemperî nêrînên cîhanê yên ku têgeha laîktiyê li ser wan hatiye avakirin wekî îdeolojîk dihesibîne - lê rexnegir jî vê îdîayê wekî îdeolojîyek weha tawanbar dikin.