Qada giştî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Qada giştî an jiyana giştî ev qada jiyana civakê ye ku tê de mirov dicivin da ku pirsgirêkên ku di pêvajoyên siyasî de werin çareser kirin nîqaş bikin. Ji bo vê jî divê gihandina hemû çavkaniyên agahî û medyayê azad be û agahî bi awayekî azad bên nîqaşkirin. Di vê qada (gelemperî ya) ku bi serbestî tê gihîştinê de, divê raya piraniyê ji hêla sansur û astengên din ve bi awayeke azad pêş bikeve.[1]
Qada Giştî cihekî hevpar e ji bo hemûyan, ku tê de fikir û agahdarî dikarin bên danûstandin. Gotûbêja bi vî rengî weke nîqaşa giştî tê binavkirin û weke derbirîna nêrînan li ser mijarên ku raya giştî eleqedar dikin tê pênasekirin. Pir caran, lê ne her gav, ji hêla beşdarên nîqaşê ve nêrînên dijber an cihêreng têne vegotin. Gotûbêja giştî bi piranî bi rêya medyaya girseyî, di heman demê de di civînan de an jî bi riya medyaya civakî, weşanên akademîk û belgeyên siyaseta hikûmetê pêk tê.[2] Ev têgîn di eslê xwe de ji aliyê fîlozofê alman Jürgen Habermas ve hatiye çêkirin, ku qada giştî wiha pênase dike: "Qada Giştî ji kesên taybet ên ku wek gel li hev kom bûne û hewcedariyên civakê bi dewletê re diyar dikin, pêk tê".[3] Zanyarê ragihandinê Gerard A. Hauser wê wekî "qadeke nîqaşê ya ku tê de kes û kom li hev dicivin da ku li ser mijarên berjewendiya hev bipeyivin û li ku dibe bila bibe, der barê wan de bigihîjin darazek hevpar" pênase dike.[4] Qada giştî dikare wekî "di civakên nûjen de şanoyek ku tê de beşdariya siyasî bi navgîniya axaftinê pêk tê"[5] were dîtin, û wek "qada jiyana civakî ya ku tê de raya giştî dikare were damezrandin".[6]