Peter Pan
Serleheng di çend çîrokên zarokan de ji hêla James Matthew Barrie ve / From Wikipedia, the free encyclopedia
Peter Pan di hin çîrokên zarokan ên James Matthew Barrie de serleheng e û li wir zarokê tenê ye ku dê tu carî salmezin nebe. Ew li girava aşopî Neverland dijî li ku ew serkêşê koma lawan bi navê lawên windabûn (bi îngilizî The Lost Boys) e. Neyarê Peter Pan Kapîtan Hook e.
Peter Pan | |
---|---|
Çêker | |
Dema weşandinê | 1911 |
Şêwe | Fantazî |
Jê îlhamgirtî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Peter Pan di pirtûka The Little White Bird (Balindeya biçuka sipî) ku esasen ji bo salmezinan hatibû nivîsandin, di cara yekem kifş bû û di sala 1905an di promiyera Londonê çîrok li ser sernavê Peter Pan, or The Boy Who Wouldn’t Grow Up (Peter Pan an jî lawê wê ne dixwast salmezin be" an jî ne salmezin dibû) li ser sehneye dihat bi biserkeftiyê leystin. Di sala 1906 fesla The little White Bird wek pirtûka bi xwe Peter Pan li Kensington Gardens dihat weşandin. Ew çap ji aliye Arthur Rackham ve xêzkirî ye.Di sala 1911 J.M.Barrie naveroka şanoname ji bo çîroka Peter and Wendy(Peter û Wendy) li anî, ku îro zêdetirîn li ser sernav Peter Pan tê weşandin.