Numîzmatîk
From Wikipedia, the free encyclopedia
Numîzmatîk lêkolîn an berhevkirina pereyan e ku di nava xwe de pereyên madenî û yên kaxezê, madalya û tiştên têkildar jî dihewîne.
Pisporên ku wekî numîzmatîst tên zanîn bi gelemperî wekî xwendevan an berhevkarên pereyan tên karekterîzekirin, lê belê dîsîplîn di heman demê de lêkolîna berfireh a pereyan û awayên deyndayînê yên din yên ku ji bo çareserkirina deyn û pevguhartina tiştan tên bikaranîn jî dihewîne.
Formên pereyê yên herî kevn ên ku ji hêla mirovan ve hatine bikaranîn ji aliyê numîzmatîkê û berhevkaran ve tên kategorîzekirin, lê tiştên ku di pevguhartinê de hatine bikaranîn nayên kategorîzekirin. Wek nimûne, gelê qirgiz wek yekîneya pereyê ya sereke hesp bi kar dianîn, û çermê berxan mîna pereyên mayîn/hûr didan;[1] dibe ku ew çermên berxan ji bo lêkolîna numîzmatîkê guncav bin, lê hesp ne guncav in. Gelek tişt mîna qalikên heywanan, metalên hêja, libên kakaoyê, kevirên mezin û cewheran bi sedsalan wek yekîneya pereyê hatine bikaranîn.