Makû
From Wikipedia, the free encyclopedia
Makû an jî Mako (bi farisî: ماکو, lat. Māku; bi kurdî weke Mewkê jî bilêv dikin[çavkanî hewce ye]) bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye û dikevê bakûrê rojavayê Îranê. Her wisa bajarê navendî ya şaristana Makû (navçe)e. Nêzîkî sînorê bakurê Kurdistanê. Piraniya gelê Makûyê kurd in, lê li herêmê azerî jî dijîn. Hin kes li ser vê bawerê ne ku navê Makûyê ji peyvên Mad Kûh (çiyayê mad, med) tê. Med bav û kalên kurdan in. Kurdên Makûyê gelekî welatperwer in, ziman û çanda xwe ya kurdî baş parastine. Dewleta Îranê ji bo ku pêşveçûnên kurdan ra astengan çêbike, serdestiya navçeyê daye destên azeriyan. Azeriyan gelek nemirovahî dijî kurdan kirine û dikin lê kurdan tu caran serê xwe berjêr nekirine.
Agahiyên Praktîk Kargêrî, Welat ...
Makû ماکو Māku | |
Bajarê Mako | |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | Rojhilatê Kurdistanê |
Dûgel | Îran |
Parêzgeh | Azerbaycana Rojava |
Şaristan | Makû |
Navçe | Navend |
Demografî | |
Gelhe | 41.865 (2006) |
Erdnîgarî | |
Bilindayî | 1.205 |
Koordînat | 39°17′44″Bk 44°30′34″Rh |
Bigre