Lîsteya navçeyên New Yorkê
Binebeşên New Yorkê (federedewlet) / From Wikipedia, the free encyclopedia
Li federedewleta New Yorkê ya Amerîkayê 62 navçe (bi inglîzî: county) hene.
Navçeyên New Yorkê | |
---|---|
Herwiha tê zanîn wekî: Counties of New York | |
Cih | New York |
Hejmar | 62 |
Gelhe | 5.118 (Hamilton) – 2.590.516 (Kings) |
Tîrbûn | 3.377 sq mi (8.750 km2) (New York) – 2.821 sq mi (7.310 km2) (St. Lawrence) |
Rêvebir | Hikûmeta navçeyê |
Binebeş | Bajar, Bajarok, Rezervasyonên Xwecihiyên Amerîkî |
12 navçeyên ewil yekser piştî brîtanî dest bi koloniya holandî ya New Amsterdamê danîn hatine çêkirin; du ji van navçeyan paşê hatin rakirin, axên wan çûn Massachusettsê.[1] Ya herî nû Bronx County ye ku di sala 1914an de ji parçeyên New York Cityê yên ku di dawiya sedsala 19an de ji Westchester County hatibûn îlheqkirin û li New York Countyê hatibûn zêdekirin hatiye çêkirin.[2] Navçeyên New Yorkê ji kelîmeyên cihêreng ên xwecihiyên amerîkî; parêzgeh, navçe, bajar û malbata qiraliyetê ya brîtanî; dewletmedar û personelên leşkerî yên pêşîn ên amerîkî; û siyasetmedarên Federedewleta New Yorkê nav lê hatin danîn.[3]
Hidûdên navçeyan li federedewleta New Yorkê cara dawî di sala 1964an de hatin guhartin piştî ku Bronx Girava South Brother ji Queensê wergirt.[4]