Katedrala Notre Dame ya Parîsê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Katedrala Notre Dame ya Parîsê an jî bi kurtî Notre Dame (bi fransî: Notre-Dame de Paris "Xanima me ya Parîsê"), katedraleke katolîk a Parîsê ye.
Ev katedral, ne dêra herî mezin ya Fransayê ye, lê bê guman yek ji girîngtirîn avahiyên gotîk e.[1] Ev berhema navdar û dîrokî li anîşkeke girava Cité ku navenda bajarê kevin ê Parisê ye hatiye avakirin. Notre Dame wek navenda Parîsê "Noqta Sifirê" tê zanîn [çavkanî hewce ye].
Binyata Katedralê di sala 1163'an de destpê kiriye, lê bi tevahî di sala 1345'an qediyaye.