Joe Biden
From Wikipedia, the free encyclopedia
Joseph Robinette "Joe" Biden, Jr. (jdb. 20 çiriya pasîn 1942) siyasetmedarekî amerîkî ye ku di dema rêveberiya serok Barack Obama de ji 2009an heya 2017an 47emîn cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî bû. Endamê Partiya Demokrat e, wî ji 1973an de wekî senator Delawarê temsîl dikir heya 2009an.
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. |
Agahiyên Praktîk Joseph Robinette Biden, Jr., 46em Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ...
Joseph Robinette Biden, Jr. | |
---|---|
46em Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê | |
Niha wezîfedar e | |
Dest bi kar kir 20ê kanûna paşîn a 2021ê | |
Cîgirserok | Kamala Harris |
Berê | Donald Trump |
Jiyan | |
Jidayikbûn | 20ê çiriya paşîn a 1942an(1942-11-20) (81 salî) Scranton, Pennsylvania, DYA |
Netewe | Amerîkayî |
Partiya siyasî | Partiya Demokrat |
Hevjîn | Neilia Hunter (1966), Jill Jacobs (1977) |
Zarok | Beau, Hunter, Naomi, Ashley. |
Perwerde | Zaningeha Delaware û Zaningeha Syracuse |
Pîşe | Parêzer, Senator, Siyasetmedar |
biguhêre |
Bigre
Biden di sala 1942an de li Scranton, Pennsylvania, ji dayik bûye û deh salan li wir jiya berî ku bi malbata xwe re here Delaware. Ew di sala 1969an de bû parêzer û di 1970î de hate hilbijartin ji bo encûmena wilayeta New Castle. Ew yekem car di 1972an de hate hilbijartin ji bo Senato û bû senatorê şeşan yê herî ciwan di dîroka amerîkî de[çavkanî hewce ye].