Gendelî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gendelî celebek nerastgotinê ye an jî sûcek hiqûqî ye ku ji hêla kes an rêxistinek desthilatdar ve tê kirin. Bi rêya gendeliyê ew kes an rêxistin ji bo bidestxistina berjewendîyên neqanûnî an ji bo berjewendîyên kesane destavêtina hêzê dike. Gendelî dikare gelek çalakiyan bihewîne, di nav wan de bertîl, îflas an firotina hêz û bandor hene. Herwiha, gendelî dikare bi pêkanînên qanûnî jî pêk were.[1] Gendeliya siyasî diqewime dema ku rêberek an karmendeke hukûmetê ji bo berjewendiya kesane bi kapasîteya fermî tevdigere. Gendelî herî zêde di kleptokrasî, olîgarşî, narko-dewlet û dewletên mafyayê de tê dîtin.