Erich Fromm
From Wikipedia, the free encyclopedia
Erich Fromm (jdb. 23ê adara 1900an li Frankfurt am Main; m. 18ê adara 1980an li Muralto, Tessin), psîkoanalîst, sosyalpsîkolog, nivîskar û mirovhezekî hêja yê sedsala 20. e. Malbata wî cihû ye.
Erich Fromm | |
---|---|
Jidayikbûn | 23 adar 1900 |
Mirin | 18 adar 1980 Muralto |
Hevwelatî | Împeratoriya Almanî, Komara Weimarê |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat | |
Bandorbar |
|
Hevjîn |
|
Xelat | |
Malper | fromm-online |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di sala 1919î de bi navê "Mala mamosteyên azad a cihûyan" komalekê ava dike. Sala 1924an, bi Frieda Reichmann re dest bi karê psîkoanalîtîkê dike û du sal şûnde jî pê re dizewice. 1929, bi hevalên xwe re înstîtutek bo psîkoanalîzê dadimezirîne.
Di sala 1932an de bi navê "lêkolînên sosyal" kovareke dertîne û bi rêkûpêk nêrînên xwe diweşîne. Di 1933an de, li Chicago ya DYA bi psîkologa navdar Karen Horney re dixebite û heya sala 1943an ji ber zilma naziyan venagere ji DYA.
Fromm li ser gelek babetan lêkolînan dike. Ne tenê li ser psîkologiyê li ser çand, estetîk, hezkirin hwd jî pirtûken wî hene. Ew yek ji hîmên avakirina zanîstiya psîkologiyê û hûmanîzmê tê zanîn.