Erdheja Marakeş-Safî 2023
From Wikipedia, the free encyclopedia
Erdheja Marakeş-Safî, erdhejekî ye ku di 8ê îlona 2023an de li herêma Marakeş-Safî ya Marokoyê bi hêza 6.9 Mw pêk hatiye. Navenda erdhejê 71,8 km li başûrê rojavayê Marakeş, li nêzîkî bajaroka Ighilê li, Çiyayê Atlasê ye.[1] Erdhej di encama şikestekên guhêzbar ên hûrik ên di bin rêzên çiyayan de pêk hatiye. Jiber erdhejê herî kêmî 2.862 mirin hatine ragihandin ku piraniya wan li derveyî Marakeşê ne.[2] Li herêma erdhejê zirarek berbelav pêk hatiye û şûnwarên dîrokî yên li Marakeşê hatine hilweşandin.[3] Erdhej li welatên derdor li Spanya, Portekîz û Cezayirê hate hîskirin.[4][5][6]
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (nîsan 2024) |
Wextê UTCê | 2023-09-08 01:11:00 |
---|---|
Bûyera ISCyê | 626740945 |
USGS-ANSS | ComCat |
Dîrok | 8ê îlona 2023an |
Saet | 01:11 (UTC+01.00) |
Mezinahî | Mw 6,9 |
Kûrahî | 26 km (16 mi) |
Cihê erdhejê | 31.073°Bk 8.407°Ra / 31.073; -8.407 31.110°Bk 8.440°Ra / 31.110; -8.440 |
Cure | Lêdana Berwarî |
Welatên bandorkirî | |
Tundî | IX (Tund) |
Lezdana erdê ya herî bilind | 1,62 g (en) |
Hejmara miriyan | 2946 (zêdetir an wekhev) |
Hejmara birîndaran | 5674 (zêdetir an wekhev) |
biguhêre |
Erdheja Marakeş-Safî ji erdheja Agadirê ya sala 1960an vir ve erdheja herî bihêz a ku li Marokoyê hatiye tomarkirin û erdheja herî kujerê li welat e. Di heman demê de piştî Erdheja Gurgum û Dîlokê ku di 6ê sibata sala 2023an de li bakur û rojavaya Kurdistanê û li hinek deverên Suriyê û Tirkiyê pêk hatiye, erdheja duyem a herî kujer a sala 2023an e.[7] Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê texmîn dike ku nêzî 300 hezar mirovên ji Marakeş û deverên derdorê ji ber erdhejê bi bandor bûne.[8][9] Piştî erdhejê gelek welatan alîkariyên mirovî pêşkêş kirin û rêvebiriya Fasê ji bo qurbaniyên erdhejê li welat bi sê rojan şîna neteweyî ragihandiye.[10][11]