Endazyariya nermalavê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Endazyariya nermalavê (bi inglîzî Software engineering) wate bikaranîna prensîpên endazyarî bi şêweyekê sîstematîk û rêkxistî ji bo çêkirin û amadekirina berhemên nermalaviyên baş ku bihêne bikaranîn li ba xelkî û li ser amîrên elêktronî kar bikin.
Endazyariya nermalavê bi tenê endazyariya wî beşê amîrekê elêktronî ye ku nahête hestkirin bi fîzîkî li ba mirovan wate tenê endazyariya wan livînên elêktronî yên ku di nav her amîrekî de hene, lê ne bi sadeyî lê bi awayekê gelek rêkxistî û newaze ku bikare li ser şaşeyekî gelek bernameyên ku jiyana me asan dikin nimayş bike û bilav bike.
Bikaranîna endazyariya nermalavê behayekê bilind di civak û di abûrîyê de heye, ji ber wê ku cihê xwe di hemû çalakiyên jiyanê de vekiriye, çewayiya jiyana me diyar dike. Xelk bi alîkariya endazyariya nermalavê dikare gelek karan bike ku berê nemimkun bûn.