Wêje
Beşa hunerê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Wêje, edebiyat an jî lîteratûr sê peyvên hemwate ne. Peyva edebiyatê bi Erebî ye, ya „wêje“ bi Kurdî ye, ya „lîteratûr“ jî bi Latînî ye. Edebiyat ji peyva „edeb“ê tê û wateya vê ya ferhengî „zerafet, nezaket û xweşikî“ ye. Ereb bi xwe di wateya peyva edebiyatê de mîna disîplîn peyva edebê bikar tînin. Wekî ku dibêjin „el-edeb’ul Kurdî, ango edebiyata Kurdî. Pirhijmara peyva edebê edebiyat e û ji aliyê Kurd, Faris û Tirkan ve tê bikaranîn. Wekî „Edebiyata Kurdî“, „Edebiyatî Farisî“ û „Türk Edebiyatı“. Wêje ji peyva „wutin“ê tê. „Wutin“ di Kurdiya Soranî, Goranî û Zazakî de bi fonetikek nêzî hev beramberî wateya peyva „gotin“ê tê bikaranîn.[1] Peyva lîteratûr di hemû zimanên ewropî de bi wateya edebiyatê ye.
Dibe ku islûb û şêwaza ku di vê gotarê de tê emilandin ne islûbeke ensîklopedîk be. (gulan 2024) |
Cûre bi cûre bê tarîfkirin jî, edebiyat ji berhemên nivîskî û devkî re tê gotin û ew jî bi ziman re zexm girêdayi ye. Edebiyat hêza xwe bikaranîna ziman digire û bi berhemên xwe jî ziman dikemilîne. Ji berhemên ku nivîskî û devkî yên bi hunerî bûyer, raman, hest û xeyalan bi şêweyekî bedew/estetîk pêşkeşî guhdar û xwendevanan dike re tê gotin. Ew berhem mîna helbest, çîrok, roman, destan, zargotin, zêmar, stran, şano û hwd derdikevin holê û cîhana nîgaşî ya guhdar û xwendevanan dixemilînin.[2]
Di derheqê edebiyatê de pir tişt hatine gotin û hîn jî ewê bên gotin. Edebiyat tê maneya/wateya hewldana nêrînek berfireh û gerdûnî, bilindkirina merhamet û hezkirinê. Di vê dema nûjen de êdî nivîsandin pir hêsan e. Loma ji bo parastina berhemek edebî nivîsandin pêwîst e. Nivîskar bi herfan nêrîn, hest û xeyalên xwe bi awayek hunerî dineqişîne û digihîne xwendevanan. Lê ev nayê maneya ku edebiyat bi tenê ji berhemên nivîskî pêk tê. Edebiyata Kurdî li ber sedemên așîkar hîn jî zêdetir edebiyata devkî ye. Lazime ku edebiyata nivîskî li ser hîmê edebiyata devkî were avakirin. Wê demê dewlemend û xurt û bedevtir dibe. Li gor edebiyatvanê kurd Mehmed Uzun edebiyata kurdî pêwist e ku li ser rîçikên stran û kilamên dengbêjan were avakirin. Ji ber ku kevneșopa dengbêjtîyê hetan niha digel hemû tehdît û șîddet, asîmîlasyon û tunekirina hember zimanê kurdî ji bona zindîmayina edebiyat, huner û muzîka kurdî rolek herî girîng lihistiye.[3]
Hinek beșên edebiyatê zêdetir bi devkî tesîr dikin. Wê demê ji xwendevanan zêdetir guhdar derdikevin li pêș. Mînak stranên dengbêjên kurdan in. Stranên dengbêjan bi deng û peyîvên xwe tên pêșkeșkirin, alavên muzîkê û tinîya wan pir jî hewce nîne. Kilamên dengbêjan ne tênê muzik e. Ew bi peyîv û mijarên xwe çavkaniyên ziman û edebiyata kurdî ne. Ji ber astengiyên li ser zimanê kurdî li Kurdistanê dengbêjî û çîrokbejî hetan van demên dawî pir pêșketî bûn. Birêz Mehmet Uzun di deheqê dengbêj û çîrokbêjan de wisa dibêje:[4]
„Bêguman û bêșik, dengbêj û çîrokbêj xwedî û hostayên edebiyata devkî ne. Di gotinên wî/ê de fantazî û rastî, xewn û serpêhatî, bûyerên qewimî û çêkirî di nav hev de ne.“
Muzîk jî tiștekî li derî edebiyatê nîne. Tekiliya muzîkê zêdetir bi helbestan re heye. Her gotinên muzîkê helbestek e jî. Ji ber vê têkiliya xurt di navbera edebiyat û muzîkê ye ku di sala 2016’an de muzîkvanekî amerikî bi Xelata Nobelê ya Wêjeyê hat xelatkirin. Ango muzîk bi șêweyek xurt girêdayî edebiyatê ye.