Ayetula Xumênî
Siyasetmedarê îranê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Rûhula Ahmed Hindi Musewî Xumênî (bi farisî: آیت الله روح الله احمد هندى موسوی خمینی, bi kurdî: Ayetula Xumênî; zayîn, 1902 li Xomênê; mirin 3ê hezîranê 1989 li Tehranê) ayetula û lîderekî dînî yê mezheba şiayan û siyasetmedar û pêşengê Şoreşa Îslamî ya Îranê bû. Wî bi pêşengiya xwe Muhemmed Reza Pehlevî ji Şahitiyê ger kir û Komara Îslamî ya Îranê saz kir. Ew ji şoreşê şunda heta 1989ê, mirina xwe li Meqema Rehberiyê (an jî Rehberî Înqilab) ma.