André Breton
From Wikipedia, the free encyclopedia
André Breton (jdb. 19ê sibata 1896an, Normandiya - m. 28ê îlona 1966an, Parîs), helbestvan, nivîskar, rexnegir û entelektuelekî fransî ye ku pêşengekî tevgera surrealîzmê ye.
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Batignolles Cemetery (en) |
Navê jidayikbûnê | |
Bernav | |
Nasnav | |
Hevwelatî | |
Perwerde |
Lycée Chaptal (en) |
Pîşe |
Helbestvan, nivîskar, romannivîs, ceribanvan, drawer, wênegir, art theorist |
Hevjîn | |
Zarok |
Aube Elléouët (d) |
Partiya siyasî |
Partiya Komunîst a Fransî (en) |
Tevger |
Bijîşkî û psîkyatrî xwendiye. Di Şerê Cîhanî yê Yekem de, bi riza xwe li nexweşxaneyeke leşkerî li nivîngeheke noropsîkiyatrî dixebete. Li vê de, bi Alfred Jarry û Jacques Vaché yên ku li dijî hunera kevneşopiyê bûn re hevnasîna wî çêdibe û gelek di bin bandora fikrên van herdu kesên antîsosyal de dimîne.
Di sala 1919an de bi Louis Aragon û Philippe Soupault re kovareke bi navê Littérature (Wêje) derxist. Di vê navbênê de bi Tristan Tzara yê dadavan re ket têkiliyê. Di 1924an de bû pêşengek ji damezinerê Buroya Lêkolîna Surrealîstê. Bi pirtûka xwe ya Les Champs Magnétiques teknîka nivîsa otomatîk ceriband. Dîsa di vê salê de Manîfestoya Surrealîst nivîsand û bû edîtorê kovara Şoreşa Surrealîst. Di demek kin de li dora wî komek ji hunervanên ciwan weke Philippe Soupault, Louis Aragon, Paul Éluard, René Crevel, Michel Leiris, Benjamin Peret, Antonin Artaud û Robert Desnos çêbû.
Di sala 1927an de bû endamê Partiya Komunîst a Fransayê. Lê di sala 1933an de jê hat avêtin.
Di pêşengiya Breton de surrealîzm li gişê Ewropayê deng veda û bandor li tevê şaxên hunerê kir. Di berhemên vê demê de bi lêpirsîneke tund li ser "Qurma hesîneyên mirov û nêrîna bûyerên derdorê ya mirov" hatiye rawestin.
Di 1938an de çû Meksîkayê û li wir bi Troçkî re hevnasîna wî çêbû. Wî û Troçkî bi hev re Manîfestoya ji bo Şoreşa Hunera Azad (Pour un art révolutionnaire indépendent) nivîsandin. Lê manîfesto li ser navê Breton û Diego Rivera hatiye weşandin.
Ji ber ku ji xebatên Dewleta Fransayê ne memnûn bû 1941ê de li ser navê penaberiyê pêşî çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) paşî jî çû Karayîbê.
Breton, di 1946an de vegeriya Parîsê û li dijî kolonyalîzma Fransayê Manîfestoya 121yan nivîsand. Di vê manîfestoyê de li ser Şerê Rizgarbûna Cezayîrê rawestiya û heta dawiya temenê xwe jî xebatên xwe li ser vê mjarê domand.
Di 1959an de li Spanyayê li ser navê Homage to Surrealism pêşangehek damezirand. Di vê pêşangehê de cî da berhemên hunermendên navdar ên wek Salvador Dalí, Joan Miró, Enrique Tábara û Eugenio Granell.
André Breton di 1966an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.