Æthelstan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Æthelstan an Athelstan(/Eselstan/ˈæθəlstæn/;Bi Îngilîziya Kevn: Æþelstan an Æðelstān; Norweciya kevn: Aðalsteinn tê wateya "kevirê esîl" jdb.894-27ê Cotmehê sala 939an) di navbera salên 924'an heta 927an keyê anglosaksonan û 927an heta mirina xwe, yanî sala 939'an şahê hemû Îngilîzan bû.Ew kurê Edwardê Kal û jina wî ya yekê, Ecgwynn bû.Dîroknasên nûjen ên Îngilistanê, Edwardê wekî yekem şahê Îngilîzan û yek ji mezintirîn keyên Anglosaksonan dihesibînin. Qet nezewicî û zarokên wî çênebûn.Piştî wî zirbirayê wî Edmundê I rûnişt li ser texta Îngilîstanê.
Æthelstan | |
---|---|
Æthelstan St. Cuthbert re pirtûkekî diyarî dike,ev portre, portreya şahê Îngilîzan ya herî pêşîn e.Mînakek ji destnivîsên Bede ya bi navê Jiyana Saint Cuthbert[1],di peristgeha Cuthbertî ya bi navê Chester-Le-Street de Æthelstan re hat diyar kirin.Ew tacekî xwe dikir ku dîzayna vê tacê di polikên "peykera bitac" de jî eynî wekî vê tacê bûn.[2] | |
Keyaniya Wessexê | |
Serwerî | 924-927 |
Tackirin | 4'ê Îlonê sala 925'an |
Yê pêşî | Edwardê Kal |
Yê paşî | Edmundê I |
Keyaniya Îngilistanê | |
Serwerî | 927-939 |
Yê paşî | Edmundê I |
Jînenîgarî | |
Roja jidayikbûnê | 894 |
Mirin | 27'ê Cotmehê sala 939'an |
Dîn | Filletî |
Xanedan | Xanedana Wessexê |
Bav | Edwardê Kal |
Dayik | Ecgwynn |
biguhêre |
Dema ku Edwardê Kal mir, Merciayiyan Æthelstanê wekî Keyê Merciayê qebûl kirin.Dive ku zirbirayê wî Ælfweard pêşiya wî rûnişta ba textê lê piştî 3 heftê miirna bavê xwe, Ælfweard jî mir.Tac ket destê Æthelstan. Æthelstan çendîn mehan rastî berxwedanan hat.Bi vê yekê re jî heta îlona sala 925'an nehat tackirin.Di sala 927'an de Keyaniya Vîkîng a herî dawî, York, hate fetihkirin û Æthelstan bû keya anglosaksonî ya hemû Îngilîstanê.Di sala 934'an de Æthelstan Skoçyayê dagir kir û Konstantînê IIê neçar kir ku xwe teslîmî Æthelstanê bike û gelên Skotlandî û Vîkîng di bin serweriya Æthelstanê de qehirîn.Æthelstan di Şerra Brunanburhê de wana têk bir. Ew serkeftin ku di giravên Brîtantayê de û di kîşwerê de Æthelstanê re prestîjên mezin da.Piştî mirina wî Vîkîng dîsa Yorkê zeft kirin û heta 954'an neket destê Anglo-Saksonan.
Æthelstan hikûmeta xwe sentralîze kir û wî kontrola xwe li hilberîna peymanan zêde kir û pêşengên deverên dûr vexwend ku werin encûmena wî.Di van hevdîtinan de her weha serwerên ji derveyî xaka wî, bi taybetî padîşahên Welsh, ku bi vî rengî serweriya wî qebûl kirin beşdarî xaka wî bûn.Zêdetir nivîsên qanûnî ji serdestiya wî xelas dibin ji hemû keyên îngîlîzî yê sedsala 10-an.Wan gumanên xwe li ser diziyên berbelav û sazûmana civakî anîn ziman.Reformên wî yên zagonî li ser Kalikê wî, Alfredê Mezin ve binyatkirî ye.Æthelstan yek ji keyên ayînperist ên Saksonên Rojava bû û bi komkirina emanetên pîroz û bi afirandina dêran re navdar bû.